Print this page

Bêhtirî 30 êrîşên asîman li ser Helebê

3:33:03 PM

Rojava News : Balafirên şêr yên Rêjîme bêhtirî 30 êrîşên asîmanî kişandin ser gundewarê Helebê yê rojava û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndar ketin.

Herweha Balafirên şer bi roketên sîwanî taxên bajarê Etarib li gundewarê Helebê yê rojava topbaran kirin, û di encamê de bi dehan welatiyên sivil birîndar ketin.

Herweha, balafirên şer bi roketên valahî bajarokên Orim el-Kubra û Kefernaha li gundewarê Helebê topbaran kirin.

Li aliyeke din bi sedan ji welatiyên  gund û bajarokên gundewarê parêzgehê yê rojava reviyan nav zeviyan ji ber metirsiya topbarana asîmanî.