Print this page

Nunerên rêjîma Esed û girupên opozsyona Sûriyê civiyan

3:38:27 PM

RojavaNews: Nunerên rêjîma Esed û girupên opozsyona Sûriyê civîn li bajarokê Xan Elşêx li xuteya rojava li gundewarê şamê girêdan ew jî bi armanca valakirina xan elşêx ji çekdarên opozsyonê û derxistina malbatên wan ji bo bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê.

Li gor hin jêderan ku nunerên rêjîma Esed daxwaza derketina çekdarên opozsyonê û malbatên beref Idlibê ve kirin lê nunerên opozsyonê daxwazkirin ku bi alyê başurê Sûriyê ve biçin her weha di heman civînê de hin rêkeftin li ser çend xalan hatin kirin.