Print this page

Ta niha 2700 çekdarên Îranî di şerê li Sûriyê hatine kuştin

4:40:37 PM

RojavaNews: Li gor jimareyke rojnameyek Birîtanyayê ku ta niha 2700 çekdarên Îranî di şerê li Sûriyê hatine kuştin, û pêşbînî kir , ku ta bi dawî hatina vê salê bighin 3000 hezar kuştiyan .

Bihtiriya rêjeya wan kuştiyan ji bilî Tehranê ji parêzgeha ormiyê û başurê rojava û deverê bakurê Îranê ne , herweha ji deverê navenda Îranê .

Heman rojnameyê emaje kir ku 90 mela û feqeyê Îranî ta niha li Sûriyê hatine kuştin û berçavtirîn mela ji wan mela Mihmed Elî qulî zade ye, ku nûnerî welîyê feqeyên supayê qewm bû .

Hêjayî gotinê ye ku bihtiriya wan kuştiyên Îranî ji daykbuyê salên heftê ta notî ne .