Print this page

Dijbereya Sûrî ji Dahiyet El Esed vekişiya

13:07:17

 

Rojava News: Hêzên Rêjîma Sûrî û milîşên bi ser ve bargehên nû li bajarê Helebê kontrol kirin piştî ku dijbereya Sûrî berî demakê ew kontirol kiribûn.

Hêzên Rêjîmê deverên (Dahiyet El-Esed, û Xabet El-Esed) li rojavayê Helebê kontirol kirin u herweha (Menaşir, û Fabrîqa Kerton, Menyan) jî li gundewarê parêzgehê yê rojava kontirol kirin.

Di heman mijarî de, balafirên şer yên Rêjîme bi reşaşên giran û roketên sîwanî eniya şerê Menyan li taxa Xan El-Esel rojavayê bajarê Helebê topbaran kirin.

Di dema ku helîkopterên Rêjîmê bermîlên teqîner li ser bajarokê Kefer naha li gundewarê parêzgehe yê rojava topbaran kirin, bê ku agahî derbarê qurbaniyan bên.