Print this page

Rûsya bo agirbesteke nû li Helebê amade ye

6:47:21 PM

RojavaNews: Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragehand ku, welatê w î bo ragehandina agirbesteke nû li bajarê Helebê amade ye  bi mercê ku, rêxistinên Mirovî alîkariyan derbasî navendên dorpêçkirî bin.

Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê Ceneral Îgor Konaşînkov di daxuyaniyekê de ragehand ku, Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê amade ye agirbesteke nû rabighîne.

Konaşînkov da zanîn ku, şertekî wan di agirbestê de heye ewjî rêxistinên navnetewî alîkariyên mirovî derbasî navçeyên şer yê rojhelatê Helebê bikein û rê bidin birîndaran derkevin.

Wî berpirsê Rûsî çekdarên Opozîsyona Sûriyê bi armnackirina karwanên alîkariyên mirovî tometbar kir.