10:52:45
Rojava News: Artêşa Sûriyeyê ji bo teslîmbûna milîtanên cihadîst ên bajarê Helebê 24 seet mawe da. Heke milîtan neçin noqteyên herî nêzîk ên artêşê û teslîm nebin dê operasyon were destpêkirin.
Li gorî zanyariyên berdest, artêşa Sûriyeyê peyam ji telefonên cihadîst ên herêma Helebê re şandiye û bi hoparloran jî bang kiriye ku hetanî 24 seetan werin teslîm bibin, heke teslîm nebin wê bi mûeyîdeyên giran re rû bi rû bimînin û tê gotin ku hetanî 24 seetan li herêmê wê operasyona leşkeri were destpêkirin.
Ji aliyê din ve li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Sûriyeyê li rojavayê Helebê li hinek cihan bipêş ve diçe, lê li rojhilatê bajêr bi temamî operasyon rawestiyan e.
Li gorî tê gotin, rêxistina Hizbullahê ji bo operasyona çoltera başûrê Helebê amadehiyan dike û dibe bi vê operasyonê bajarokê Han Tuman kontrol bike.
Îhtîmal naye dayîn ku milîtanên cihadîst teslîm bibin û artêşa Sûriyeyê jî di nava vî 24 seetî de li hemberî êrişan ketiye alarmê.