Rojava News: Şanda Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê tevlî civîna îro ya aliyên dijbereya Sûriyê li Qahîreyê nabe.
Endamê Şanda Hevpeymaniyê Selah Derwîş got hevpeymaniyê biryar daye tevlî civîna îro li Qahîre nebe.
Biryar bû şandeke hevpeymaniyê ku ji Cîgirê Serokê Hevpeymaniyê Hîşam Mirwe û Endamê Desteya Siyasî ya Hevpeymaniyê Selah Derwîş îro serdana Qahîre bikira û tevlî civîna aliyên dijbereya Sûriyê bibe.
Selah Derwîş herweha got; , ji ber ku Misrê vîze nedaye Hîşam Mirwe, lewra hevpeymaniyê beşdariya xwe di civînê de betal kir.
Di civîna îro li Qahîre de ku li ser vexwendina dezgeheke girêdayî serokatiya Misrê ye, wê aliyên dijbereya Sûriyê derbarê dîtina çareseriyekê ji bo krîza welatê xwe de gotûbêjan bikin û hewl bidin nêrîneke yekgirtî ji bo dijbereyê hebe.