Print this page

Balafirên Rûsî dîsa li Helebê nexweşxanek wêran kirin!

11:21:09

 

Rojava News: Balafirên Rûsî yên şer nexweşxane meydanî ye li bajarê Atarib li gundewarê Helebê wêran kirin, û di encamê de hejmarek ji tîma bijîşkî birîndar bûn.

Li gorî nuçeyên malpera Qasîonê; Balafirên Rûsî bi roketên valahî û bombeyên goşeyî nexweşxana Oycil li gundewarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de hejmarek ji welatiyan kuştî û birîndar ketin.

Balafirên Rûsî bargehên Rikberiya Sûrî li Raşdîn rojavayê bajarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de Deh ji Hêzên dijbereya Sûrî hatin kuştin.