Print this page

Asayîşên Tirk koçber girtin

2:56:29 PM

RojavaNews: Hêzên hawarçûnê yê Tirkî roja Dûşemê 42 penaberên nerewa li deryaya Îcê dema hewldana wan da biçin Yûnanê giritn.

Jêderên nêzîkî hêzên ewlehiya Tirkiyê diyar kirin ku :”Qeykek barkirî 42 kesên biyanî ji nav wan 39 Sûrî û 3 Kamîronî bû, û ew nêzîkî bajarokê Çeşma yê Tikî hatin girtin”.

Ajana Anadol ragihand ku di warê çarenivîsa girtiyan hate zanîn ku ew bo rêveberiya koçberiyê di parêzgeha Izmîrê de hatin radestkirin.

Tê zanîn ku hejmarên koçberên nerewa yên diçin Ewripa bi rêya deryaya Spî 87%  kêmtir bûne, ligorî raporên hêzên asayîşên beravê yên Tirkî.