Print this page

Şam: Di pevçûnên li Xan Şîha de birîndar û kuştî hene

12:14:06

 

Rojava News: Balafirên Rêjîmê yên şer bajarokê Beyt Sewe li Gundewarê Şame yê rojhelat topbaran kirin, û di encamê de welatiyek hat kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Herweha, Balafirên Rêjîmê bi roketên valahî malên welatiyan li bajarokê topbaran kirin, û di encamê de hejmarek mazin birîndar bûn, Birnînên hin ji wan dijwar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.

Li aliyek din, Balafirên şer bajarokê Herzema û Neşabiya û Mîdeanî li Gundewarê Şamê topbaran kirin, di dema ku Hêzên Rêjîmê bi topan bajaroke Mîdeanî topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.

Di çarçoveyê de, Pevçûnên giran di navbera Rikberiya Sûrî û Hêzên Rêjîmê de li derdora bajarokê Xan Şîh li Gundewarê Şamê rûdan, di dema ku Helîkopterên Rêjîmê bremîlên teqîner li ser bajarokê avêtin.