Print this page

Balafirên Rûsî komkujiyak li gundewarê Idlib cêkir

4:54:24 PM

Rojava News : Balafirên Rûsî yên şer bajarokê Kefir Calis li gundewarê Idlib topbaran kirin, û di encamê de Şeş kesên sivîl hatin kuştin, di nav wan de Du zarok hebûn, û hejmarek birîndar bûn,Birnînên hin ji wan dijwar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.

Li aliyek din, Balafirên Rûsî dedera Sinaya li rojhekata bajarê Idlib topbaran kirin, û di encamê de malên welatiyan wêran bûn, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.

Di çarçoveyê de, Balafirên Rûsî yên şer başûrê bajarokê Kefir Nubul û Serca û Temanea li Idlib topbaran kirin.