Print this page

Fransa bang kir: Em êdî li Reqqayê bidin

12:19:04

 

Rojava News: Berdevkê Hikûmeta Fransayê banngî koalîsyona navneteweyî ku pêşengiya wê Amerîka dike, kir ku li dijî baregeha DAIŞê ya li Reqqayê opesyon pêk bînîn.

Berdevkê Hikûmeta Fransayê Stephan Le Foll piştî Lijneya Wezîran daxuyanî da. Wezîrê Parastinê Jean-Yves Le Drian xwestiye ku li dijî terorîstên DAIŞê ya ji Mûsilê direvin divê operasyon pêk bînin.

Le Foll, bibîr xist ku neha biha li derdora Reqqayê gelek amadekariyên leşkeri hatine kirin, lê neha niha dest bi operasyona leşkeri nekirine.

Le Foll destnîşan kir ku Wezîrê Parastinê ya Fransayê Jean-Yves Le Drian "gotiye bi lezgîn divê dest bi operasyonên leşkeri bên kirin."

 Welatê Fransayê beşdarî operasyonên hewayî ya li dijî DAIŞê yê li Iraqê û Sûriyeyê dibe.