12:37:36
Rojava News: Helîkopterên Rêjîmê bermîlên teqîner li ser taxên Saxûr û Heyderiyê li bajarê Helebê yê dorpêçkirî topbaran kirin, û di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar ketin.
Herweha balafirên şer yên Rûsî bi tundî bajarokê Orim el-Kubra û devera Rîf El-Muhendisîn li rojavayê Helebê topbaran kirin, û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatin birîndar ketin.
Herweha, balafirên şer bi tundî bajarok û gundên gundewarê Helebê yê rojava topbaran kirin, û di encamê de hejmarek sivîl birîndar ketin û malên wan wêran bûn.
Di heman mijarî de, balafirên ser yên rûsî bi roketên valahî û goşeyî gundên (Wasite, û Hus) topbaran kirin, û ziyanên madî hebûn.