Print this page

Leşkerekî Tirkiyê li bakûrê Sûriyê hat kuştin

3:47:57 PM

RojavaNews: Îro roja Yekşemê hêzên çekdar ê Tirkiyê ragihandin ku, leşkerekî wan li gundewarê bakurê Helebê hat kuştin.

Di daxuyaniyekêde hêzên çekdar ê Tirkiyê ragihand ku , yek ji leşkerê wan ê beşdar di operasyona Mertala Firatê yak u piştevaniya artêşa Azad dike , hat kuştin, di encama buyerekê de .

Herweha wê daxuyaniyê  ameje kir ku , DAIŞê îro êrîşî hêzên Tirkiyê  li nêzîkî gundê Alxoz li gundewarê bakurê Helebê kir, û di encamde du leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Her di wê daxuyaniyê de hat ku , leşkerên Tirkiyê 79 bingihên DAIŞê û 5 PYD kirin armanc.