Print this page

Balafirên Rêjîmê Letamina topbaran kirin!

12:17:06

 

Rojava News: Balafirên Rêjîmê yên şer bajaroke Letamina li gundewarê Hema yê bakur topbaran kirin, û di encamê de Şeş kesên sivîl hatin kuştin.

Nûçegihanê Ajansa Qasiyûn ragihand ku balafiran bi roketên valahî taxên bajarokê topbaran kirin, û malên welatiyan wêran bûn, û hejmarek birîndar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.

Herweha, Balafirên Rêjîmê bajarê Kefer Zêta û gundê Zelaqiyat li gundewarê Hema ye bakur topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.

Di heman demê de, Hêzên Rejîmê bi topên giran bajarê Sûran li Hema yê bakur topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.