Print this page

Humsê: DAİŞ û leşkerên Rêjîmê bi şer hatin 2 kuştî!

12:20:39

 

Rojava News: Pevçûnên giran di navbera Hêzên Rêjîmê û Daiş de li eniya devera Hoysis û tel Soana li gundewarê Humsê yê rojhelat rûdan.

Ajansa Amaq ye Daişî ragihand ku 13 endam ji Rêjîmê hatin kuştin û 30 birîndar bûn di şerê di navbera wan rûda.

Di heman demê de, Hêzên Rêjîmê otombîlek Daiş  li devera Mehir li gundeware Humsê yê rojhelat wêran kirin.

Di çarçoveyê de, Hêzên Rêjîmê bi topên giran taxa Weir li bajarê Humsê topbaran kirin, û di encamê de Du welatiyên sivîl hatin kuştin yek ji nav wan zarok bû.