Print this page

Balafirên Rûsî Xûta topbaran kirin

4:31:42 PM

Rojava News : Balafirên Rûsî yên şer bi bombeyên goşeyî bajarê Arbîn li Gundewarê Şamê yê rojhelat topbaran kirin, û di encamê de hejmarek ji welatiyan birîndar bûn.

Herweha, Balafirên şer taxên bajarê Seqba û Neşabiya li Xûtan ya rojhelat topbaran kirin, û malên welatiyan wêran bûn, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.

Rikberiya Sûrî ragihand ku Sê Tankên Rêjîmê wêran kirin û 30 endam kuştin di şerê li eniya Mêdeanî û Behariya û Rîhan rûda.

Di heman demê de, Rikberiya Sûrî bargehên Rêjîmê li Mîdeanî kontirol kirin.