Print this page

Frokên şer yê rêjîmê gundewarê Şamê topbaran dikin

11:45:05

 

Rojava News: Hejmarek welatiyên sivîl, duh êvarî birîndar ketin, piştî balafirên Rêjîmê bi tundî bajarokê Hezê li gundewarê Şamê topbaran kirin.

Balafirên şer bi roketên valahî derdorê bajarok topbaran kirin û di encamê de ziyanên canî hebûn, û birîndar bo nexweşxaneyên meydanî hatin veguhestin.

Li aliyeke din du welatiyên sivîl birîndar ketin di encama topbarana hêzên Rejîmê û Huzbullah ji bajarokê Medayay re li gundewaê parêzgehê yê rojava.

Di heman mijarî de şer û pevçûn di nav Hêzên Rêjîmê û Şervanên dijbereya Sûrî de li derdorê bajarokê El-Tib li gundewarê parêzgehê yê rojava rûdan.