12:49:27
Rojava News: Helîkopterên Rêjîme bermîlen teqîner ku di navda xaza Kilor heye bi ser taxa Cezmatî ya bajarê Helebê de avêtin, û di encamê de hejmarek mezin ji welatiyan fetisin.
Li gor nuçeya malpera Ajansa Qasiyûnê; Helîkopterên Rêjîmê bermîlên tekîner bi ser taxên bajar de avêtin, û di ecamê de hejmarek welatî fetisin di nav wan jin û zarok hebûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.
Herweha, Balafirên Rûsî taxa Hêderiya rojhelatê bajarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de welatiyak sivîl hat kuştin û hejmarek birîndar bûn, di dema ku Hêzên Rêjîmê taxa Meşhed û Sexor û Beaydîn û Selah Dîn û Heyderiya topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.
Li aliyek din, Balafirên şer bi Mîtralyozên giran bajarê Herêtan û Anêdan û bajarokê Mearet Artîq û Kefer Hemra û riya Dîlokê li gundewarê Helebê yê bakur topbaran kirin, û malên welatiyan wêran bûn.