12:38:50
Rojava News: Balafirên Rûsî yên şer bi roketên hajînî û bombeyên goşeyî taxên bajarokê Kefer Dail li gundewarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de hejmarek ji welatiyan birîndar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.
Herweha, Balafirên şer taxên gundê Atşane rojhelat li gundewarê Helebê yê rojava topbaran kirin, û di encamê de POênc kesên sivîl birîdar bûn, di nav wan jin û zarok hebûn.
Di çarçoveyê de, Balafirên Rêjîmê yên şer bi roketên valahî taxa Meşhed li bajarê Helebê topbaran kirin, û welatiyak sivîl hat kuştin û Heft birîndar bûn.
Li alyek din, Hêzên Rêjîmê bi roketan û topan taxa Şear û Kerm Cebel li bajarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de malên welatiyan wêran bûn, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.