Print this page

Li bakurê Sûriyê leşkerekî Tirk hat kuştin

4:00:46 PM

RojavaNews: Di çarçoveya operasyona Cerablusê de leşkerekî Tirkiyeyê hate kuştin 3 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragehand ku, di çarçoveya operasyona Cerablûsê de çekdarên DAÎŞê êrîşê leşkerên Tirkiyê kirine û ,leşkerekî canê xwe ji dest daye û 3 leşker jî birîndar bûne.

 Leşkerên birîndar li nexweşxaneya Kilîsê hatin vegûhestin.

Arteşa Tirkiyê ji 24ê Tebaxê ve li Sûriyê bajarê Cerablûsê operasyonek berfireh bi rê ve dibe.