Print this page

Rêjîmê mezintrîn taxên opozîsyonê li Helebê girt

Rojava News: Artêşa Sûriyê kontrolkirina taxa rojhilata Helebê Mesakin Henano û navçeya hawîrdora wê bi temamî ragihand.

Ajansa “SANA” ji jêdereke belav kir, îro danê êvarê yekîneyên artêşa Sûriyê bi hevkariya hin hêzên alîkar di operasyneke taybet de karîn taxa rojhilata Helebê Mesakin Henano û navçeya hawîrdora wê bi temamî kontrol bikin

Herewha heman jêderê ragehand, di wê operasyonê de ziyaneke mezin gehiştiye çekdarên opozîsyonê yên ku di navçeyê de bûn û piştî girtina wê taxê jî, tîmên endazyariyê dest bi paqijkirina navçeyê ji mayînên ku wan çekdaran li cadeyan danîbûn, kirin.

Ji aliyê xwe ve medyayên bi ser opozîsyonê jî belav kirin, ku serkirdeyê wê operesyonê yê hêzên rêjîmê di şerî de hatiye kuştin.

Ji du hefteyan ve, rêjîmê dest bi bombebarankirina taxên rojhilatê Helebê kiriye, li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ku di 12 rojan de 201 welatiyên sivîl canê xwe jidest dane, di nava wan de 27 zarok in.