5:23:05 PM
RojavaNews: Medyaya Sûriyê ragihand ku, Rêjîma Sûriyê tedbîrên veguhstina milkiyeta xaniyê Serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq Alherîrî bi dawî anî, da ku bibe milkê Rêjîma Sûriyê.
Li gorî malpera "Haştax Sîriya" tê gomankirin ku Dadwerê cîbcîkirinê wî xanî radestî Taybetmendiyên Dewletê bike.
Li gor malpera navbûrî ku tedbîrên veguhestina milkiyetê wê bi amedebûna Nûnerê rêveberiya bercewendiyên malumilkan be.
Tê zanîn ku xaniyê Refîq Alherîrî dikeve navçeya Alrewda li paytexta Şamê .