Print this page

Xaça Sor: Li Helebê derdora 20 hezar hemwelatî reviyan

11:55:39

 

Rojava News: Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor ragehand ku, di 72 demjimêrên borî de 20 hezar welatiyên sivîl ji taxên rojheletê Helebê li bakurê Sûriyê reviyane.

Derbarê vê yekê Berdevka Xaça Sor a Navnetewî ku, navenda wê li Cenevê ye Krista Armstrong ji ajansa Frans Press re ragehand ku, ew hejmara hemwelatiyan texmînin û sivîl li hemû aliyan ve ji şer direvin û li navçeyên aram digerin.

Berî niha jî Rêveberê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî ragehandibû ku, 16 hezar sivîl ji taxên rojhelatê Helebê reviyan e û ber bi navçeyên rejîma Sûriyê û taxên di bin kontrola Kurdan de diçin.