12:07:13
Rojava News: Hat ragihandin ku li bakurê Sûriyeyê di Operasyona Mertalê Firatê de leşkerekî artêşa Tirkiyeyê hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên berdest, li herêma El Bab a Sûriyeyê di şer û pevçûnên navbera artêşa tirk û rêxistina terorîst a DAIŞê de leşkerekî tirk hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar ji herêma şer û pevçûnê tahliye kirin û birin noqteya tendirustî ya Çobanbeya navçeya Elbeyli ya Kilisê. Birîndar ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Kilisê.