Print this page

Di şerê Babê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin 11 birîndar!

13:18:23

 

Rojava News: Li herêma Babê leşkerên Tirkiyê rastî êrişê hatin û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyl hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

 

Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya Operasyona Mertela Firatê de li herêma navçeya Babê ya Heleba Sûriyê rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatin.

 

Hat gotin di dema şerê li Babê û derdora wê de li nêzîk Nexweşxaneya Sahrayê di ecamar êrişa DAIŞê de 3 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan. Li gorî heman daxuyaniyê yek jê bi giranî 11 leşker jî birîndar bûn.

 

Bi vî awayî heta niha di çarçoveya Operasyona Mertala Firatê de 24 lerşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane.

 

Operasyona Mertala Firatê ku bi beşdariya artêşa Tirkiyê û hêzên Artêşa Sûriya Azad li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 120 rojên birêve diçe.