Print this page

El Bab: 10 leşkerên din ên Tirkiyê hatin kuştin

12:06:38

 

 

Rojava News: Li derdora herêma El-Babê ya Sûriyê di encama çend êrişên de, 10 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 18 leşker jî birîndar bûn.

 

Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, doh  çarşemiyê DAIŞê bi 3 otomobîlên bombekirî êrişî hêzên Artêşa Tirkiyê li derdora herêma El-Babê kir û di encamê de 10 leşker hatin kuştin.

 

Li gorî daxuyaniyê, di wan êrişan de herwiha 18 leşkerên Artêşa Tirkiyê jî birîndar bûn, ku birîna 6 ji wan leşkeran giran e.

 

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê diyar kiriye, ku di êrişên îro de bi giştî 14 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatine kuştin û hejmara leşkerên birîndar jî bo 33 kesan zêde bûye.

 

Di daxuyaniyê de herwiha amaje bi zirarên DAIŞê jî hatiye kirin û tê de tê gotin, ku 138 çekdarên DAIŞê jî di pevçûnan de ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatine kuştin.

 

Her îro danê berî nîvro jî, Artêşa Tirkiyê ragihandibû, ku di pevçûnên li herêma El-Babê de, 4 leşker hatin kuştin û 15 leşker jî birîndar bûne.

 

Artêşa Tirkiyê ew yek jî ragihandiye, ku şer û pevçûn li herêma El-Babê bi girnaî didome.