Print this page

Rûsya û Tirkiyê li ser agirbestê li hev kirin

2:43:03 PM

RojavaNews: Rûsya û Tirkiye derbarê rawestandina şer li Sûriyê gihiştin rêkeftinê.

Li gor agahiyan, Tirkiye û Rûsyayê li ser pêşniyaza plana agirbestê ya ku dê li Sûriyeyê hikûmeta Sûriyê û aliyên dijbereya Sûriyê bikin, li hev kirin ku ev agirbesta li Helebê li hemû welêt bê îlankirin.

Armanc ew e ku plana agirbestê li hemû herêmên ku pevçûn di navbera hêzên hikûmata Sûriye û çekdarên dijbereyê de pêk bê.

Enqere û Moskova dê hewl bidin ku agirbest di navbera aliyan de îşev dest pê bike. Lê wê rêxistinên terorê tevlî agirbestê nekin.

Heke agirbest bi serkeftî bimeşe, rejim û dijbere dê bi serkêşiya Tirkiye û Rûsyayê li Astanayê dest bi muzakereyên siyasî bikin.

Herdu welat dixwazin garantoruya agirbestê û rewşa muzakereyê bikin ku dema li gor biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ya ku hejmara wê 2254 e rewşa siyasî pêk were, keda wan jî di vê pêvajoyê de hebe.