Rojava News: Hate ragihandin, ku roja şemiyê li bajarokê Kefir Dail li gundewarê rojavayê Helebê , bi sedema topbarana Artêşa Sûrî li ser navçeyên ku hêzên dijbeeyê kontrol kiribûn, 2 zarok hatin kuştin.
Ev yek di demekê de hat ku agirbest li hemû navçeyên Sûrî hatibû ragihandin, tevî hejmarekê ji binpêkirinan.
Ev topbaran piştî ragihandina biryara Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî hat, ku ew piştevaniya plana Rûsî-Tirkî dike ji bo cîbicîkirina agirbestê li Sûriyê.