2:03:52 PM
RojavaNews: Artêşa Tirkiya sibeha îro duşemê diyar kir ku balafirên şer yên Rûsiya êrîşî deverên Daiş kirin, li başûr rojavayî bajarê Babê li gundewarê rojhilatî Helebê.
Artêşa Tirkiya tekez kir ku, ew balafir Rûsî bûn û armancên xwe bi cih anîn bê ku ziyanan di refên Daiş de diyar bikin.
di dema dawî de Tirkiya ji hevpeymana navwelatî xwestibû ku alîkariya asîmanî ji wan re li Babê pêskêş bikin di çarçoveya operasiyona Mertala Feratê de bi armanca destdanîna li ser bajarê Babê.
hêjayî gotinê ye ku balafirên rûsî beriya niha deverên Daiş li Babê topbaran kiribûn li gorî ragihandina Artêşa Tirkiya.