13:07:07
Rojava News: Şer û pevçûnên dijwar di nav Hêzên Rêjîmê û çekdarên Daişê de li der dorê balafirxaneya Dêrazorê ya leşkerî derketin.
Herweha Hêzên Rêjîmê bi topa giran û roketan gundên Cefre û Mirêiyên li gundewarê parêzgehê yê nêzîkî balafirxaneya leşkerî topbaran kirin.
Li aliyeke din, balafirên şer yên Hevpeymana navwelatî xalên Rêxistinên di holka Omer ya petrolê li gundewarê Dêrazorê yê rojhelat topbaran kirin.