11:01:54
Rojava News: Hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de li herêma bakurê Sûriyeyê yek jê emîr 38 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de li herêma bakurê Sûriyeyê yek jê emîr 38 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin ji bej û ji hewayê 102 hedefên rêxisytinê hatin îmhakirin.
Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di daxuyaniya xwe de ragihand ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê ya li herêma bakurê Sûriyeyê di roja 135emînde bi hemû hêza xwe berdewam e.
Di encama êrişên bej û hewayî yên li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de 102 hedef hatin îmhakirin û yek jê emîr 38 milîtan jî hatin kuştin.
Li gorî daxuuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di nava hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma El Bab, Bzagah, Tadif, Kabr Al Mukri, Suflaniyah û Zammarê ku hatine îmhakirin de avahiyên jiyangeh, çeperên parastinê, baregehên kontrola leşkerî, depoyên çekan û cebilxane hene. Herwiha li gorî daxuyaniyê gelek teqemenî û bombeyên destçêkirî jî hatine teqandin.