20:43:07
Rojava News: Hat ragihandin ku navgîneke bombebarkirî li navçeya Ezazê ya Helebê teqiyaye û di encamê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku bajarê Ezazê yê girêdayî Heleba Sûriyeyê, otomobîleke bombebarkirî teqiyaye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, teqîn li nêzîkî dadgeha navendî ya bajarî pêk hatiye û di encamê de 60 kes birîndar bûne û nêzîkî 50 kesî jî birîndar bûne.
Teqîn di demeke wiha de hat ku agirbesta Sûriyeyê bi serperiştî û garantoriya Rûsya û Tirkiyeyê dest pê kiriye û dewam dike û ji aliyê NYyê jî hatiye pesendkirin. Agribestê ji 30ê Berfanbara 2016an de dest pê kiribû.
Rûsyayê ragihandibû ku Ehrar El-Şam jî di nav komên agribestê de ye.
Bajarê Ezazê bajarekî girêdayî parêzgeha Helebê ye. 41 kîlometreyan dûrî Helebê û 19 kiîlometreyan dûrî Efrînê ye. Niştîcihên wê ji kurd, ereb û tirkmenan pêk tê.