Print this page

Beşar Esed: Em amedeme li gel aliyên dijbereyê gotûbêjê bikin!

22:05:32

 

Rojava News: Parlementerekî Fransî piştî hevdîtinê li gel serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed radgehîne ku Esed amadebûna xwe ji bo diyalogê li gel 91 aliyên opazisyonê diyar kiriye û ev yeke  wek amajeyeke ji bo gotûbêjên ku tê çaverêkirin li bajarê Astanayê bê encam dayîn.

 

Îro Beşar Esed pêşewazî li sê parlementerê rastgir yên Fransayê kir û  parlementerê Fransayê, Mariani ji bo ajansa Frans Press ragehand ku:”Serokê Sûriyê geşbîn bûye bi gotûbêjên  ku biryare li paytexta Kazakhistanê bê encam dan.”

 

Di bersiva pirsyarekê li ser tawanên rêjîm Sûriyê de Beşar gotiye ku ti şerek pak nîne û mikur hat ku hemû aliyan tawan encam da ne û Mariani ser zimanê Beşar ve,  got:”Dibe ku hikûmetê jî hinek şaşî kiribin û ev yeke ne bi dilê min bûye û ez vê yekê  şermezar dikim."