22:10:55
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim piştî civînê derketin pêşberî medyayê.
Di kombûna rojnamevanî de Barzanî girîngiya vê serdanê anî ziman û spasî li şandeya Tirkiyê kir.
Barzanî got, 'Em vê serdanê gelekî girîng dibînin. Em vê serdanê wek piştgiriya Herêma Kurdistanê dinirxînin. Em spasîyê li miletê Tirk û Serokomarê Tirkiyê dikin ku piştgiriya gelê Kurdistanê kiriye. Em hemû rûbirûyî terorê ne. Ji bo dijderketina vê terorê pêwîstiya me bi piştgiriyê heye. Em amade ne li hemû bareyan hevkariyê bikin.'
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yilrdirim kêfxweşiya xwe bi hevdîtinê anî ziman û daxuyakirin, 'Serdana Barzanî ya Tirkiyê ya piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê helwesteke hêja bû û bi miletê tirk re hevgirtina xwe nîşan da.'
Yildirim bal kişand ser ku wan hem li Hewlêrê hem jî li Bexdayê hevdîtinên sûdewar pêk anîne û naveroka hevdîtinan bi 2 sernavan rave kir: "Bi du sernavan naveroka hevdîtinên me dikare were nirxandin. Yek jê xebatên têkoşîna dijî terorê bû. Ya din jî di warê aborî de bû ku hêvî xebatên zêdetir e. Hem DAIŞ hem PKK hem jî FETO ne tenê meseleya Tirkiyê ne, herwiha meseleyên Iraq, Sûriyê û Tirkiyê ye."
Serokwezîrê Tirkiyê got, êrîşên PKK li Tirkiyê nayên qebûl kirin û bicîbûna PKKê li Şingalê ti caran nayê qebûl kirin ku ew kêşe ne tenê ya Tirkiyê, hikûmeta navendî ya Iraqê ye jî.
Yildirim da zanîn ku ew ji bo vê mijarê bi Amerîkiyan re jî dipeyivin.
Yildirim got, hûn çi navî lê bikin jî PKK, YPG û PYD heman tişt in. Yildirim operasyona Mertala Firatê û şerê Mûsilê bi bîr xist û diyar kir, armanca wan a hevpar têkbirina DAIŞê ye ku dijminê mirovahiyê ye. Serokwezîrê Tirkiyê herwiha spasî li rêveberiya Herêma Kurdistanê kir ku ji bo girtina dibistanên FETOyê helwesteke baş nîşan daye.