Print this page

Di teqîna Şamê de 20 kuştî û birîndar!

22:45:11

 

Rojava News: Li Şam a paytexta Sûriyê otomobîleke bombekirî teqiya û bû sedema kuştin û birîndarbûna 20 kesan.

 

Îro yekşemî 8ê Çileya 2017ê, li parêzgeha Şamê ya Sûriye teqînek bihêz qewimî.

 

Bûyer di encama teqîna otomobîleke bombekirî de çê bû û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

 

Li gorî daxuyaniya Polîsê Sûriyê, terorîstan ev çalakî li ser rêya gundê Beyt Jinn pêk anîne, ku dikeve parêzgeha Şamê.

 

Polîs ragihand, teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî bûye û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

 

Tîmên hawarhatinê kesên birîndar bo nexweşxaneyan veguhastin. Li gorî rayedarên sûrî, birîna çend kes ji wan birîndaran giran e û rewşa tendirustiya wan xirab e.

 

Polîs jî daye xuyakirin, dibe ku hejmara qurbaniyên teqîna îro ya li Şamê zêdetir bibe.