3:51:00 PM
RojavaNews: Ajansa Nûçeyên Almanî diyar kir ku girûpek ji 2672 penaberan gihane Ewripayê ji Tirkiya, di çarçoveya rêkeftina di navbera her du hêlan de, û li hember 801 koçber ji Yûnanîstanê vegerandine Tirkiya.
ji hêla xwe ve rojnameya "Filt M Zûntag" roja bûrî yekşemê diyar kir ku Almaniya ji wan 1060 penaber pêşwaz kirine, Fransa 438, Holanda 409 li gorî amarên encûmena penaberan ya bi ser netewên Yekbûyî.
rojnameyê herweha diyar kir ku 801 koçberên neyasayî hatin şandin bo Tirkiya ji Yûnanîstanê nivê wan di her du heyvên piştî pekanîna rekeftina penaberan di heyva Avrîlê de ya 2016an.