02:22:11
Rojava News: Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser rewşa birêveçûn û binpêkirinên agirbesta Sûriyê daxuyanîyek belav kir ku tê de hat gotin, Rûsyayê 14 Tirkiyê jî 17 caran binpêkirinên agirbestê tesbît kir.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin, ‘Rûsyayê 14, Tirkiyê jî 17 binpêkirin tesbît kirin' û hat gotin, piştî ku li Laziqiyê jî 2 bajarokên din beşdarî agirbestê bûn, hejmara deverên tevlî agirbestê bûn gihîşt 1097 niştîngehan.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat eşkerekirin, danûstandinên bi komên çekdar ên li herêmên Hûms, Hama, Heleb û Kunteyrayê berdewam dikin ku heta niha hejmara komên beşdarî agirbestê bûne gihîştiye 104an.
Nûnerên çavderiyê yên Rûsî li Hemayê 8, li Laziqiyê 2, li Şamê 2 li Helebê 2 caran binpêkirinên agirbestê tesbît kir.
Nûnerên çavderiyê yên tirk jî li Hemeya 5, li Helebê 5, li Şamê 4, li Der'ayê 1, li Laziqiyê 1 û li Hûmsê jî 1 caran binpêkirin tesbît kir. Hat ragihandin ku ji bo binpêkirin neyên dubarekirin hewildan didomin.
Herwiha hat ragihandin ku li 8 xalên cuda yên Helebê operasyonên alîkariyên mirovî hatine kirin ku li Şêx Meqsûdê 1.5 ton, li Suleyman Hitira 1.3 ton, li Hamdaniyê 2 ton, li Îsmaîliyê 500 kîlo, li Selahaddîn 1.8 ton, li Han el-Zeytûn 2 ton û li Hey el-Fardûsê jî 900 kîlo kelûpelên alîkariyê hatine dabeşkirin.