13:26:03
Rojava News: Li gundê Suweydiya rojava yê Reqqayê êrîşên DAIŞê yên li ser şervanên operasyona Xezeba Firatê hatin sekinandin û di encamê de 46 DAIŞî hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, li gundê Suweydiya rojava ku di 7ê Rêbendanê de hatiye rizgarkirin, DAIŞiyan careke din êrîş birine ser. Di encama êrîşê de şervanan bersiv dane û şerekî dijwar derketiye holê.
Şerê ji wê rojê berdewam dike îro saetên sibê biencam bûye û di encamê de êrîşên DAIŞiyan hatiye şikandin Herwiha 46 DAIŞî hatine kuştin û gelek cebilxane ketine destê şervanan.
Di vê navberê de saetên sibê DAIŞiyan êrîşî gundê Cib Şêîr ê başûr rojavayê Eyn Îsayê kirin. Di encama êrîşa wan de şer di navbera DAIŞiyan û şervanan de derket û şer berdewam dike.