11:48:01
Rojava News: Dijbereya Sûriyê ragihand, ku dê roja çarşemiyê, li paytexta Tirkiyê bajarê Enqereyê bicivin.
Bi gotina serkirdeyên Dijbereya Sûriyê, roja Çarşemî 11.01.2017 civîneke berfireh li Enqere ya paytexta Tirkiyê tê lidarxistin. Ev civîn di navbera hin aliyên Dijbereya Sûriyê û nûnerên Rûsya û hikûmeta Tirkiyê de tê sazkirin.
Bi gotina serkirdeyên ji opozisyona sûrî, dê şandeya opozisyonê nûnerên hêzên çekdar, Îtîlafa Niştimanî, Desteya Bilind a Danûstandinan, ligel Hikûmeta Demî ya Sûrî û hin kesayetiyên serbixwe yên dijrabereyê ên serbixwe li xwe bigire.
Heta niha acendaya vê civînê nehatiye ragihandin, lê tê gotin ku ev civîneke birfireh e û dê encama wê heye.
Çavkaniyekê ji Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyê ji Rûdawê re da zanîn, ku hikûmeta Tirkiyê derdora 75 kesayetiyên leşkerî, siyasî û çalakvan ji bo civînekê vexwendine Enqeryê.
Bi gotina çavkaniyê, ew vexwendin bi navê kesayetiyan hatiye şandin. Çavkaniyê diyar kir ku heta niha mijarên ku di civînê de bên gotûbêjkirin nehatine zanîn.
Tê zanîn ku di 29ê Kanûna borî de, çend aliyên Dijbereya Sûriyê rêkevtina agirbestê ya bi destpêşxeriya Rûsya û Tirkiyê îmza kirin. Biryar e di demên pêş de, danûstandinên aştiyê bo çareserkirina kirîza Sûriyê jî li Astana ya paytexta Kazaxistanê birêve biçin.
11 aliyên çekdar ên dijbereyê li ser vê rêkevtina agirbestê îmza kirine.
Agirbesta li Sûriyê, piştî ji hev nêzîkbûna Rûsya û Tirkiyeyê û rêkevtina sê alî ya navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê hat ragihandin.