Print this page

Blafirên Tirkan 12 nîşanên DAIŞê êrîş kirin li bajarê Babê

2:13:12 PM

RojavaNews: Artêşa Tirkiya diyar kir ku, balafirên wan 12 nîşanê DAIŞê roja bûrî Sêşemê wêran kirin li bajarê Babê rojhilatî Helebê, di çarcoveya operasiyona Mertala Feratê.

Artêşa Tirkiya di daxuyaniya xwe de ragihandin: "balafirên şer yen Artêşa Tirkiya êrîşên asîmanî bi ser navçeyên Qibasîn, Seflaniyê, û Bizaa de birin nêzî bajarê Babê li gundewarê rojhilatî Helebê."

Herweha di daxuyaniyê de hat ku: " di operasiyona balafirên Tirkiya de 12 nîşanên Daiş wêran bûn ji wan 3 malên çekarên Daiş, û 9 xalên veşartina çekan."

di heman mijarî de şer û pevçûn di nav bera komelên Rikberiya sûriya û cekdarên Daiş de li rojavayî bajarê Babê derketin.