Print this page

Dijbereya sûriyeyê biryara tevlîbûna hevdîtinên Astanayê dan!

12:26:08

 

Rojava News: Hat ragihandin ku muxalifên sûriyeyî biryar dan ku tevlî hevdîtinên bajarê Kazakistanê ya Astanayê bibin. Hevdîtin bi garantoriya Tirkiye û Rûsyayê tê lidarxistin.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, muxalifên sûriyeyî di civîna Enqereyê de biryar dan ku tevlî hevdîtinên aştî yên Astanayê bibin.

Berpirsekî ji Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) yê ku navê xwe neda got: "fraksiyonên ku herin Astanayê pêşî wê mijara agirbest û îhlalên ku ji terefê rejimê ve têne kirin dê nîqaş bikin."

Berpirsê Grûba Festeqîm ku bi ASAyê ve girêdayî ye Zekeriya Malahifci jî di axaftina xwe de got: "Piraniya muxalifan biryar da ku tevlî hevdîtinan bibin. Li Astanayê wê mijarên sereke wekî agirbest, veguhestina alîkariya însanî û serbest berdana kesên binçavkirî were axaftin."

Grûbên muxalifên ku peymana agirbesta li Sûriyeyê îmze kiribin di 3ê Rebendanê de daxuyaniyeke hevpar dabûn û ragihandibûn ku ew hevdîtinên Astanayê boykot dikin. Herwiha ji bo hevdîtinên aştî yên Astanayê 23ê Rebendanê wekî dîrok hatibû nişandan.