Print this page

Rûsya hêzên xwe ji Sûriyê paş ve vedigerîne

23:36:18

 

Rojava News: Rûsya ragihand ku 4 firokeyên wan ên Su-24 û komeke pizîşkên leşkerî yên ku li Sûriyê li firokexaneya Hmeymîmê ne di nav amadehiyê de ne ku vegerin welatê xwe.

 

Daxuyanî ji aliyê Fermadarê yekîneyên Rûsyayê yên li Sûriyê Andrey Kartapolov ve hate. Kartapolov eşkere kir ku li ser biryara Serokê Rûsyayê û Serfermandar Vladimir Putin, kêmkirina hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyê didomînin.

 

Andrey Kartapolov destnîşan kir ku tîmeke firokeyên Su-24 di amadehiyê de ne ku vegerin Rûsyayê û got: “Îro û rojên ku bên, firokeyên me û bijîşkên me, dê vegerin welatê xwe.”

 

Herwiha Kartapolov da xuyakirin ku 6ê Çileyê tîmeke vegeriyabû welatê xwe û di wê tîmê de keştiya firokeyan a bi navê Amiral Kuznetsov û têde jî 40 firoke hebûn.

 

Beriya vana jî 6 firokeyên Su-24 vegeriyabûn Rûsyayê.

 

Vladimir Putin piştî ku bi garantoriya Moskow û Enqerê agirbestekê çêbû, biryara vekişandina hin hêzên xwe dabû.