Print this page

Frokê şer yê hevpeymanan bajarokeke bakûrê Sûriye bombebaran kirin!

11:33:24

 

Rojava News: Hêzên hevpeymana navnetewî hejmarek binke û pêgehên rêxistina tunda a DAIŞê li bakûrê Sûriyê bombebaran kirin û yekem care piştevaniya operasyona artêşa Tirkiye dikin.

 

Duh êvari 17.01.2017ê gotûbêjê hêzên hevpeymana navnetewî John Duryan ragehand, balefirên şer ên hêzên hevpeyman hejmarek binkeyên DAIŞê yên li bajarokê Bab ê yê bakûrê Sûriyê bombebaran kirine.

 

Herwaha ragehand, ew bombebarana ku çar êrîşên esmanî ve pêkhatiye, bo piştevaniya operasyona Mertala Feratê buye.