11:06:00
Rojava News: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Perwerde, Xwendin û Rewşenbîriyê (UNESCO) ziyanên ku gihîştine Heleba kevin li sûriyê nirxandin.
Li gorî rapora UNESCOyê ji sê paran yekê wî bajarî, di salên şer de bi tevayî wêran bûye.
UNESCO di daxuyaniyekê de, ragihand ku ji sedî 60ê bajarê Heleba kevin, gelek ziyan dîtiye û ji sedî 300 bi awayekî giştî wêran bûye.
Rêxistina navneteweyî, di dema 16 heta 19ê vê mehê de, lêkolîn di derbarê ziyanên ku gihîştine kultûr û şûnwarên cîhanî de kirine û di nava wan de ziyanên ku gihane mizgefta Umewîya mezin û Kelha Helebê û avahiyên dîrokî yên din li wî bajarî jî xistine rojevê.
Ji 21ê Nîsana 2016an ve taxên bajarê Helebê ji aliyê firokeyê sûrî ve dihatin bomebarankirin.
Di 22ê Kanûnê 2016an de jî dest bi pêvajoya derxistina nişteciyên sivîl û çekdarên dijbereyê bû ku ji taxên rojhilatê Helebê hatin derxistin.