Print this page

Li kampa Rikban ya penaberên Sûrî teqînek çêbû

12:18:38 PM

RojavaNews: Hejmarek kes hatin kuştin û birîndar ketin, di encama teqîna otombîleke bombekirî di kampa Rikban ya penaberên Sûrî de li basûrê rojhelatê Urdinê, û guman heye ku teqîn armenca wê serkirdeyên hêzeke rikberiya Sûrî be.

Xelkên kampa Rikban bangewazî bo desthilatê Urdinî şandin da ku rê vekin bo veguhestina birîndaran bo nexwesxaneyen Urdinî.

Tê zanîn ku Urdin deriyê sînorî bi Sûriya re girt piştî teqîna ku di deriyekî sînorî de çê bû û di encame de 6 leşerên Urdinî hatibûn kuştin.