Rojava News: Fermandarî Hêzên Şoreşgerên Reqa`yê yê ser bi Artêşa Azad Ebo Îsa ragihand ku, piştguhxistina rola Artêşa Azad di rizgarkirina Kobanê de teştekî ewqas nîne ku behsa wê bê kirin.
Fermandarî Hêzên Şoreşgerên Reqa`yê Ebo Îsa got: Di dema niha hêzên me li derveyî Kobanê ye û di yekem roj hatina DAIŞ`ê de bo Kobanê em digel hêzên Kurdî beşdarî cengê bûne.
Ebo Îsa aşkere kir ku, wan beriya demekê jûreke hevbeş ya çalakiyan bi navê (Burkana Firat`ê) dirust kiriye û di heyama 3 heyvên bûrî de 150 heya 200 çekdarên Artêşa Azad li Kobanê li dijî Çekdarên DAIŞ`ê şan bi şanê hêzên Kurdî dicengin ku hêza wan li jêr serpereştiya Lîwa Ebdulcbar Egîdî ye.
Fermandarî Hêzên Şoreşgerên Reqa`yê yê ser bi Artêşa Azad Ebo Îsa got: Piştî bidawîbûna cenga Kobanê emê vegerin bajarê Reqa`yê û şerê Çekdarên DAİŞ’e bikin.