Print this page

Ebû Miseb El-Cezaîrî hat kuştin

Rojava News: Di encama bombebarana firokeyên hevpeymaniya navdewletî de li bakurê rojavayê Sûriyê, Fermandarê Cebheya Fetih El-Şam Ebû Miseb El-Cezaîrî hat kuştin.

Ev çend rojin şer û pevçûnên giran li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê di navbera çekdarên Tevgera Ehrar El-Şam û Cebheya Fetih El-Şamê ku Cebheya El-Nusre serkêşiya wê dike, berdewam in.

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên li Idlibê, Cebheya Fetih El-Şamê û Cebheya El-Nusre hemû çekdarên Ehrar El-Şam ji xalên kontrolê û deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re derxistin û gelek cih xistin bin kontrola xwe.

Herwiha li Idlibê, firokeyên şer ên hevpeymaniya navdewletî, çend cih bombebaran kirin.

Di encama bombebaranan de, Fermandarê Cebheya Fetih El-Şam, Ebû Miseb El-Cezaîrî li bajarokê Eqrebat ê ser bi Idlibê ve hat kuştin.

Çavkaniyên leşkerî dan zanîn, ku ji ber danûstandinên Astanayê, biryar e sibe duşemî bi fermî di bin çavdêriya Rûsya, Tirkiye û Îranê de dest pê bike, bûye sedema têkçûna pêwendiyên navbera Cebheya El-Nûsre û Ehrar El-Şamê.

El-Nusre, Ehrar ElêŞam bi wê yekê tohmetbar dike, ku piştgîriya danûstandinên Astanayê dike.