Print this page

El-Qaîdê êrîş bire ser deverên opozîsyona Sûriyê

11:41:31

 

Rojava News: Rêxistina tund a El Qaîdê li bakûrê rojavayê Sûriyê êrîş kire ser navçeyên bin desthilatiya opozîsyona Sûriyê.

 

Rêxistina Eniya Fetihûlşam, ku berî naha navê wê Eniya El Nusra bû û baskek ji El Qaîdê bû li Sûriyê, ragahand êrîş bo xwe parastinê bûye ji encamên civînên Astanayê.

 

Rojên 23-24.01.2017ê grubên opozîsyona Sûriyê û rejîma Sûriyê li bajarê Astanaya paytexta Kazaxistinê bi serpereştiya Rûsya û Tirkiyê hin civîn pêkanîn.

 

Civîn bi armanca rawestandina şerê navxweyî û gehandina alîkariyên mirovî ya ji bo herêmên dorpêçkirî li Sûriyê bû.

 

Eniya Fetihûlşam roja 24.01.2017 ve li rojavayê bajarê Helebê û bajarê Idlîbê êrîş dike ser opozîsyona Sûriyê û artêşa azad a Sûriyê jî destpêkirina şerekî hemelayane li dijî Eniya Fetihûlşam ragehand.