14:09:32
Rojava News: Piştî rojek ji civînên Astanayê, şer di navbera opozîsyon û rejîma Sûriyê destpê kir.
Îro 25.01.2017ê li gundê Eyn Feyce ku gundekî rojavayê paytext Şamê ye grubên opozîsyonê û rejîma Sûriyê bi piştevaniya milîsên Hizbulaha Lûbnanê li hev dan û şer û pevçûn pêkhat.
Li gor nûçeya çapemeniya ereb, hêzên rejîma Sûriyê hewldane ku li navçeyên destê opozîsyonê de xwestine pêşde biçin.
Herwaha hêzên rejîma Sûriyê topbarana navçeyên bin desthilatiya opozîsyonê kirine û ji ber vê jî gelek hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.